Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna çalakiyên banghêjî bi hilkefta salroja şehîdkirina Simayîl Şerîfzade

12:15 - 29 Nîsan 2023

Endamên têkoşer yên PDKÎ li bajarê Şino bi hilkefta 12ê Banemerê, salroja şehîdkirina “Simayîl Şerîfzade” xwandekarê pêşeng û şoreşgêr yê Kurd ku bi roja Xwandekarên Kurd hatiye navdêrkirin, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Şeva Înê 8ê Banemerê, endamên têkoşer yên PDKÎ bi hilkefta 12ê Banemerê, salroja şehîdkirina “Simayîl Şerîfzade” û roja Xwandekarên Kurd bi bilindkirina alaya Kurdistanê û belavkirina postêr û wêneyên şehîd Simayîl Şerîfzade, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Di vê çalakiyê de têkoşerên Demokrat, bi belavkirina wêneyên Qazî Mihemed û logoya PDKÎ, li ser berdewambûn ji xebat û têkoşînê heta gihîştin bi armancên gelê Kurd tekezî kirin.

Ew cihên ku çalakî hatine lidarxistin wiha ne: “Seyrangeha Dêşemis, seyrangeha Çemê navbera Sergîz û Pirdavê û seyrangeha dîrokî ya Dinxe”.

12ê Banemerê, salvegera şehîdkirina “Simayîl Şerîfzade” û rêhevalên wî di hemaseya li hemberderketina xortên qehireman yên Demokratê li sala 1346-47an a Rojî li dijî rejîma Paşayetî ya Îranê ye, ku weke roja Xwandekarên Kurd jî hatiye binavkirin.