Jîngehparêzên gundên derdora “Baluqaye”ya Seqizê rêgirî ji kerbidestên rejîma Îranê kirine ku nekarin jîngeha devera Baluqayeyê ji nav bibin.
Rejîma Îranê dixwaze bi hênceta kangehan, jîngeha derdora çiyayê Baluqaye yê ser bi bajarê Seqizê ji nav bibe û alavên kulan û maşînên pîşeyî yên taybet bi karê kangehê li deverê de cihgîr kirine, lê xelkê gundên derdora “Baluqaye” yên wek “Ehmedavaya Sera û Yazîbilaxî” û çalakvanên jîngehparêzî û medenî û çiyagerên bajarê Seqizê, ew kiryara rejîmê bi tunbdî şermezar kirin û bi rawestan li hember wê talanbirina rejîmê, rê nedan ku jîngeha wê deverê ji nav here.
Xelkê amadebûyî li wir poster û tarktên taybet belav kirin û dirûşmên wek “na bo kavilkarî, parastina jîngeh partastina jiyanê ye û jîngehparêzî wek xoşewistiya nîştiman e” dan.
Ev kombûne ji aliyê Encûmena Jîngehparêzên “Jiyana Sewz” a Seqizê ve, hem bi boneya roja “Paqijiya Erd”ê û hem jî, ji bo şermezarkirina wê kiryara qirêj li çiyayê Baluqayeyê hatibû lidarxistin û amadebûyan tevî lidarxistina rêûresmê li ser girîngiya çiyayê Baluqayeyê, ji gundê Ehmedavaya Sera heta çiyayê “Baluqaye”yê paqij kirin.