Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê di raporekê de belav kiriye, ku sê girtiyên Kurd yên di girtîgeha navendî ya rejîmê li bajarê Mihabadê yên bi navên “Selahedîn Rehmanpûr, Hûşiyar Mîş Behar û Osman Elînijad”, hewla xwekujiyê dane.
Hengawê ragihandiye: “Wan sê girtiyan roja Sêşemî 5ê Banemera 1402 a Rojî, bi sedema pêranegihîştina navendên rejîmê bi dosyeyên wan, hewla xwekujiyê dane.
Hatiye zanîn ku wan sê girtiyên navbirî bi rêya xwarina heban ve hewla xwekujiyê dane û paşê ji bo navendên dermanî yên bajarê Mihabad û Urmiyê hatine veguhastin.
Hêjayê gotine ye ku rewşa “Selahedîn Rehmanpûr û Osman Elînijad” qenc e, lê Hûşiyar Mîş Behar” di komayê de ye.