Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar welatiyên bajarê Banê bi tohmeta hevkarîkirin digel hizbeke Kurdî ji bo dadgehê hatine gazîkirin

10:26 - 30 Nîsan 2023

Çar welatiyên bajarê Banê bi çendîn tohmetan ku yek ji wan tohmetan endametî di yek ji hizbekên Kurdî de ye, ji bo taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li bajarê Banê hatine gazîkirin.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di nûçeyekê de daye zanîn, çar welatiyên Kurd yên bi navê “Perwîn Ebdullahpûr, Seîd Mihemedî, Umer Silêmanî û Fatih Mecîdî”, ji çalakvanên kadkarî yên Baneyê ji bo taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li bajarê Banê hatine gazîkirin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, ku ew divê roja 21ê Banemera 1402 a Rojî, di taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li bajarê Banê de amade bin û ji tohmetên “endametî di yek ji hizbekên Kurdî de û propagende li dijî rejîmê” berevaniyê ji xwe bikin.

Ew çar çalakvanên kedkarî roja Sêşemî 6ê Banemera 1401 a Rojî, bi bê hebûna belgên yasayî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne girtin û ji bo lêpêçînê bo girtîgehên rejîmê li Bane û Sinê hatibûne veguhastin.

Ew çar welatiyên Kurd, roja Şemî 28ê Cozerdana 1401 a Rojî, her yek ji wan bi barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibûne berdan.