Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Polîsê Agahiya Serawanê ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin

10:34 - 30 Nîsan 2023

Serokê Polîsê Agahiya Serawanê li çarrêya “Nahok” a bajarê Serawanê de kevte ber êrîşa kesên çekdar ên nenaskirî û di maşînê de hate kuştin.

Malpera Mafê Mirovî ya “Halweş”ê di raporekê de roja Yekşemî 10ê Banemerê belav kiriye, ku  Serokê Polîsê Agahiya Serawanê “Elîriza Şehrekî” ku di kuştina kesên binçavkirî de rol hebûye û reftarên gelek tundûtîj hebûne, li çarrêya “Nahok” a bajarê “Serawan”a Belûçistanê, ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hatiye kuştin.

Hatiye zanîn, “Elîriza Şehrekî” di salên derbasbûyî de reftarên gelek tundûtîj hebûne û kesên ku li pevçûnên digel karbidestan de teslîm dibûn, dikuştin û herwisa hevjina kesên binçavkirî wek sîxur bi kar dianî.

Karbidestên rejîmê bi hergera serkutkirina hovaneya xelkê Îranê dikevne ber kerb, kîn û tolhildana xelkê azadîxwaz û têne kuştin.