Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mangirtinên kedkaran di Îranê de berdewam in

11:01 - 30 Nîsan 2023

Hevdem digel berdewambûna mangirtinên kedkaran li zêdetir ji 100 yekeyên pîşeyî li Îranê, 4 hezar kedkarên girêbestkar li nêzîkbûna roja cîhanî ya Kedkaran li ser kar hatine derêxistin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Îlna” ya girêdayî rejîmê, “Sixawet Esedî” Berpirsê Giştî yê devera taybet a Pars, li bertek nîşandan bi mangirtina kedkaran ragihand: “Me roja Pêncşemî hezar kedkar xistine cihê wan kedkaran ku man girtibûn; herwisa roja Şemî 9ê Banemerê, 3ê hezar kedkarên din me xistine cihê kedkarên ku mangir tibûn û di dema diyarîkirî de li ser karê xwe amade nebibûn”.

Herwisa navbirî gotiye, ku di heftiyên bê de jî berpirsên giştî, berpirsên payebilind yên wezareta kar û heta wezîrê kar dê serdana devera taybet a Parsê biken da ku li parêzgehên din kedkaran werbigirin û li cihê kedkarên mangirtî de danên.

Hezaran kedkarên pirojeya Pars hevdem digel kedkarên pirojeya pîşeyiya neft, gaz, petrokîmî û polayê li çendîn parêzgehên Îranê heyama 8 rojan e ku man girtine û berpirsên rejîmê bi cihê vê ku pirisgrêkên wan çareser bikin wan ji kar dûr dixin.

Her di vê derheqê de, Şêwreya Rêkxistina Nerizayetiya Kedkarên girêbestkar yên kompaniya Neftê di daxuyaniyekê de ragihandiye: Xwediyê kar û berpirsên kompaniyên neftî wisa hizir dikin ku bi gefxwarin û belavkirina nûçeyên nerast û herwisa gefxwarin ji hevpîşeyên me dikarin dawî bi daxwazkariyên me bînin û bi wergirtina kedkarên girêbestkar yên nû emê dawiyê bi nerizayetiyên xwe bînin.

Wê Şêwreyê di dawiyê de ragihandiye ku: Mangirtinên kedkarî yên hezaran kesiya me ji ber zêdexwaziyên berpirsên kompaniyayên neftî hilnaweşin û em ji mangirtin û nerizayetiyên xwe dê berdewam bîn.