Mafiyayên erd û zeviyan li bajarê Banê bi hevkariya Fermandarê rejîmê yê li vî bajarê û hejmarek ji xwefiroşan, dixwazin dest bi ser mal û milkê xelkê de bigrin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, roja Şemî 9ê Banemera 1402 a Rojî, mafiyayên erd û zeviyan bi hevkariya Fermandarê rejîmê yê li bajarê Banê, heyamek e ku dixwazin dest bi ser zevî, milk û malê xelkê de bigrin, rûbirûyê xelkê bajarê Baneyê bûn.
Welatiyên xelkê bajarê Banê li hember êrîşa kesên girêdayî rejîmê ku ji aliyê Fermandar ve bo destdanîn bi ser mal û milkê xelkê de hatibûne şandin, sekinîn û şer û pevçûn qewimî.
Wan welatiyan ragihandine ku heta dawî henasa xwe dê bo parastina milkê xwe şer bikin û dibêjin: “Milkê me şerefa me ye û em diparêzin û îznê nadin ku milk û malê me ji aliyê mafiyayan ve dest bi ser de bê girtin.
Berê jî çavkaniyekê di vê derheqê de bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandibû, ku ew erdên ku dest bi ser de hatine girtin, erdê hejmarek ji malbatan bûn ku ji aliyê dadgeha rejîmê li bajarê Sinê, ew hikme ji bo wan hatiye birîn ku ew erdane yên kesên dijberê rejîmê bûne.