Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî berê yê Hizba Demokrat li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir

10:17 - 4 Nîsan 2023

Endamê Hizba Demokrat û kesayetiyê naskirî yê siyasî û civakî yê Dizeya Mirgewer a bajarê Urmiyê, “Mirza Ehmed Nezhetzade” koça dawiyê kir

“Mirza Ehmed Nezhetzade” kurê “Tewfîqbegê Rewandizî” yê xelkê Başûrê Kurdistanê ku ji berê ve rûniştiyê bajaroka “Dize” ya ser bi devera Mirgewer a bajarê Urmiyê bûye; Navbirî li dehika 40an a Rojî digel du birayên xwe yên bi navên “Mîrza Mihemed û Mela Mecîd” bibûne endamên nihênî yên Hizba Demokrat û di devera bakurê Rojhilatê Kurdistanê de dest bi xebat û çalakiyan kiribûn.

Hêjayê behskirinê ye ku “Mirza Ehmed” dige “Mîrza Mihemed” ê birayê xwe di dehika 40an de ji aliyê Rêkxirawa Îtilaatê ya wê demê ya bi navê “Sawak”a rejîma Paşayetî ya Îranê ve hatibû binçavkirin û heyama 2 sal û 4 mehan di girtîgeha “Qesir” a bajarê Tehranê de hatibûne binçavkirin.

Hêjayê gotinê ye ku di destpêka hatina serkar a rejîma Îslamî ya Îranê de, birayê “Mîrza Ehmed” yê bi navê “Mela Mecîd” ku kesayetiyekî xweşnav ê deverê bû, bi şêwazeke cihê şik û gumanê di bûyereke hatinûçûnê de canê xwe ji dest dabû.

Yek din ji taybetmendiyên Xwedêjêrazî Mîrza Ehmed eva bû ku şarezayiyek baş li ser zimanê Farsî û Kurdî û ji herdu zareveyên Kurmancî û Soranî hebû.

Navbirî xwediyê çendîn pirtûk û nivîsînên bihêz bû ku mixabin bi sedema rewşa wî û malbata wî, ti carî ji aliyê rejîma Îslamî ve îzina çap û belavkirinê jê re nehatiye dan.

Em dikarin ji berhemên wî yên diyarî îşare bi evane bikin:

1-Berhema “Gelale û Mehmûd” ku bi ziman Farsî hatiye nivîsîn.

2-Berhema “Sîma û Sultanbeg” ku bi zimanê Farsî hatiye nivîsandin.

3- Berhema “Şêrvan û Xatûn” bi Kurdiya Kurmancî hatiye nivîsîn.

4- Berhema “Însan û Însaniyet” bi  zimanê Farsî hatiye nivîsîn.

5- Berhema “Jîn û Jan” bi Kurdiya Soranî hatiye nivîsandin.

6- “Pendname” jî bi zimanê Kuriya Soranî nivîsiye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawî ya Xwedêjêrazî, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên Xwedêjêrazî Mîrza Ehmed û xwe bi şerîkê xema wan dizane.