Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar di bazarên Îranê de gihîşte 54 hezar û 600 Tumenî

11:46 - 30 Nîsan 2023

Tevî çewtekariyên rejîmê bo kêmkirina nirxa Dolar li hember Riyalê Îranê, di bazarên azad de Dolar bi 54 hezar û 600 Tumenî tê firotin.

Îsal ku rejîma Îranê bi sala kontrola enflasiyon û kêmkirina nirxa Dolar li hember Riyal de binav kiribûn, nirxa Dolar di wan 4 rojên derbasbûyî de ji 53 hzar û 500 Tumenî gihîşte 54 hezar û 600 Tumenî û tev soz û propagendeyên rejîmê bo kêmkirina nirxa Dolar li hember Riyalê Îranê bi çewt derkevtin.

Di rojên derbasbûyî de nirxa Dolar roj bi roj bilindtir bûye û hevdem nirxa enflasiyonê jî zêdetir bûye, ew yeka di halekê de ye ku heta niha jî nirxa tiştan û bi taybet Dolar, li bazarên Îranê de ji aliyê delalên bazaranên girêdayî bi rejîmê ve têne diyarîkirin û rejîma Îranê destê wan kesan vekiriye ku bi qazanca xwe nirxa tiştan bilindtir bikin.

Di halekê de ku hewcehiyên bingehîn ên xelkê wek madeyên destpêkî yên berhemanîn, derman, xwarin û pîşeyî bi Dolar ji derveyî Îranê têne kirîn û tevî şikesta aboriya rejîmê, dahata xelkê jî gelek kêm bûye, lewma jiyana xelkê Îranê gelek dijwartir ji berê ye.