Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du mamosteyên olî yên Kurd ji bo dadgehên rejîmê hatine gazîkirin

10:45 - 4 Nîsan 2023

Rejîma Îranê bo cara duyem mamostayek olî yê Kurd ji bo Dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li bajarê Hemedanê gazî kir.

Mamoste “Hesen Elîmuradî”, pêşnimêjê Mizgevta “Îbrahîm Xelîlullah” a bajarê Sinê û Birêveberê Mekteba Olî û Liberkirina Quranê ya Mizgevata “Îbrahîm Xelîlullah” bo cara duyem bo Dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li bajarê Hemedanê hate gazîkirin.

Ev mamosteyê olî yê Kurd divê îro roja Sêşemî 15ê Xakelêweyê, serdana Dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li bajarê Hemedanê bike.

Navbirî Befranbara 1401an jî, bo wê dadgehê hatibû gazîkirin.

Her di vê derheqê de, Mamoste “Mihemed Baxebanî”, pêşnimêjê Mizgevta “Heyder Kerar” a bajarê Sinê, bo Dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li bajarê Hemedanê hatiye bangkirin.

Ev mamosteyê olî yê Kurd jî, divê roja Çarşemî 16ê Xakelêweyê, serdana Dadgeha Rûhaniyet a rejîmê li bajarê Hemedanê bike.

Heta niha sedema bangkirina wî mamosteyê olî nehatiye zanîn.