Berpirsên Komara Azerbaycanê ragihandine ku 4 kes hatine binçavkirin ku di êrîşa çekdarî ya bo ser nûnerê perlemana vî welatî de dest hebûne.
Pêka rapora nûçegihaniya “Reuteres”ê, Wezareta Komara Azerbaycanê roja Duşemî 14ê Xakelêweyê, nûçeya binçavkirina 4 kesan di êrîşa çekdarî bo ser nûnerê perlemana vî welatî yê bi navê “Fazil Mistefa” ku dest hebûne belav kirine, lê piştre xwe ji dana zanyariyên zêdetir parastin.
Lê ji aliyek dinê ve, hin ji nûçegihaniyên Komara Azerbaycanê, wêne û hin zanyarî li derheq wan çend kesan belav kirin.
Nûçgihaniya “Rîport”, roja Duşemî digel belavkirina wêneyên wan çend kesan ragihand, navê rêkxerê wê êrîşê “Kamran Oxlû Sarîcanof” e û xelkê vî welatî ye û li sala 2010an heta 2019an aliyê kêm 11 caran serdana Îranê kiriye û di navbera salên 1372 heta 1381an a Rojî, li bajarê “Qum”ê jiyan kiriye.
Herwisa vê nûçegihaniyê zêde kiriye, ku navbirî pêka biryarên navendên Îtilaata Îranê dest avêtiye bi karên rêkxistina malî û teşkîlatî ji bo vê rêkxistinê.
Herwisa navê kesek dinê jî, ku teqe ji nûnerê perlemana Komara Azerbaycanê kiriye, hatiye belavkirin û ev jî kesek bi navê “Sebûhî Şîrînûf” e ku di navbera salên 2017an heta 2022an 15 caran serdana Îranê kiriye û li Îranê rahênanên leşkerî dîtiye.
Hêjayê gotinê ye ku wênyek ji wan 4 kesan hatiye belavkirin ku ew 4 kesane li rex wêneya “Qasim Silêmanî” yê terorîst rawestane.
Nûnerê Perlemana Komara Azerbaycanê yê bi navê “Fazil Mistefa”, heftiya derbasbûyî li nêzî mala xwe rastî êrîşek çekdarî hat û bi tundî hat birîndarkirin.