Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li navçeya Seqizê endamekî dilsoz ê Hizba Demokrat koça dawî kir

11:44 - 4 Nîsan 2023

“Sedra Husênî”, endamekî dilsoz yê Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji ber bûyerên hatinûçûnê malavayî ji jiyanê kir.

“Sedra Husênî” endamê dilsoz ê Hizba Demokrat li navçeya Seqizê roja Yekşemî 13ê Xakelêweya 1402an, ji ber bûyereke hatinûçûnê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Sedra” ku zêdeyî salekê dibû tevlî Teşkîlata Hizbê bibû, wî gelek bi zîrekatî û dilsozî ve erkên Hizbê yên pê hatinî spartin bi rê ve dibir.

Navbirî di dema şoreşa Jînayê de bi awayekî çalak beşdarî di xwenîşandanên devera Seqizê de kir û çend caran bi dijwarî birîndar bû, lê her carê bi moralke zêdetir ve derdikete meydanê.

Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê bi boneya koça dawî ya Xwedêjêrazî “Sedra Husênî”, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî û xwe şerîkê xema wan dizane.