Serokê Giştî yê Partiya Azadî ya Kurdistan-Bakur (PAK) “Mustafa Ozçelîk” bi hilkefta salvegera şehîdkirina Qazî Mihemed û hevalên wî, peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin
Serkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî li roja 31 Adara 1947an li bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê, li meydana Çarçirayê, ji aliyê dewleta Îranê ve hatine darvekirin.
Jiyan, helwêst, şexsiyet, wasiyet û parastinnameya li mehkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêşê me dike.
Wesiyet, parastinname û helwîsta “Pêşewa Qazî Mihemed” ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.
Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr nekin.
Em di 76emîn salvegera darvekirina wan de “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.