Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fexredîn Îbrahîmî ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin

11:47 - 4 Nîsan 2023

Roja Duşemî, 14ê Xakelêweya 1402an a Rojî, “Fexredîn Îbrahîmî” kurê “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê hatî bidarvekirin, piştî ku serdana taya 9 a Dadgeha rejîmê li bajarê “Urmiyê” kiribû, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin.

“Fexredîn” bona lêpêçînê bo îdareya Îtilaata Spahê ya li bajarê “Urmiyê” hatiye veguhastin.

Navbirî 7ê Xakelêweyê, piştî banghêjnameyê bo taya 9 a Dadgeha rejîmê li bajarê “Urmiyê” bi tohmeta şikandina deriyê pasevaniya Dadgeha Pêdaçûnê, hatibû gazîkirin.

“Ferxedîn” roja Pêncşemî 25ê Reşemeya sala 1401an a Rojî, rojek piştî îdamkirina bavê xwe li girtîgeha Navendî ya rejîmê li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û roja Înê 26ê Reşemeyê, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Roja Înê 26ê Reşemeyê, “Mihyedîn Îbrahîmî” girtiyê siyayî yê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê li girtîgeha navendî a rejîmê li bajarê Urmiyê hate bidarvekirin û rejîma Îranê heta termê wî jî radestî malbata wî nekir.