Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama Newrozê de 821 kes bi sedema bûyerên hatinûçûnê canê xwe ji dest dane

12:05 - 4 Nîsan 2023

Bûyerên hatinûçûnê li Îranê rêjeyeke zêde ji qurbanî û birîndaran li xwe digre ku bi sedema nestandarbûna maşînan û rêyên hatinûçûnê, her sal ew rêjeye zêdetir dibe.

Serokê Polîsê Hatinûçûnê yê rejîma Îranê “Kemal Hadiyanfer” di hevpeyvînekê digel nûçegihaniyeke rejîmê de gotiye: “Di heyama Newrozê de rêjeya hatinûçûn û serdanên Newrozê %40 zêde bûye, û di vê heyamê de 821 kes di bûyerên hatinûçûnê de canê xwe ji dest dane”.

Navbirî di vê hevpeyvîna xwe de daye zanîn ku di vê heyamê de 16 hezar kes jî birîndar bûne û bi awayê nêvincî her rojê 45 kes di bûyerên hatinûçûnê de canê xwe ji dest dane, lê ti basek ji sedema zêdebûna rêjeya canjidestdana wan qurbaniyan nekiriye.

Xirabî, nestandardbûna rê û maşînan, berhemanîna maşînên bê kalîte li Îranê, sedema bingehîn a canjidestdana hevwelatiyên Îranê di bûyerên hatinûçûnê de ye.