Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erkê raportêriya Cawîd Rehman bo yek sala din jî hate demdirêjkirin

23:50 - 4 Nîsan 2023

Şêwreya Mafê Mirovî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî, erkê Raportêrê taybet yê Şêwreya Mafê Mirovî yê Saziya Neteweyên Yekgirtî li karûbarên Îranê “Cawîd Rehman” bi 23 dengên erê bo salek din demdirêj kir.

Pêka biryarnameya Şêwreya Mafê Mirovî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî, erkê Raportêrê taybet yê Şêwreya Mafê Mirovî yê Saziya Neteweyên Yekgirtî li karûbarên Îranê “Cawîd Rehman bi 23 dengên erênî, 8 dengên nerênî û 16 dengên bêalî,bo saleke din hate demdirêj kirin û ji navbirî hatiye daxwazkirin ku heta meha Adar a sala 2024an jî li derheq rewşa mafê mirovî di Îranê de raporeke hûr vê şêwrayê re pêşkêş bike.

Di civîna Şêwreya Mafê Mirovî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî ku bi serokatiya nûnerê welatê Çêk “Watislaw Balk” li bajarê Jinêvê bi rê ve çûbû, nûnerên çendîn welatên wek Amerîka û Almaniyayê li derheq rewşa mafê mirovî li Îranê û bi taybet îşkencekirina neraziyan bi tundî rexne kirin.

Herwisa welatên Yekîtiya Ewropa, Kanada, Amerîka û çendîn welatên din ên Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asiyayê bi dengên erênî, ew biryarname erê kirin û welatên wek Çîn û Kûbayê dengê nerênî dabûn.

Di vê biryarnameyê de li derheq îdamkirina zarokan û kesên ku di temenê jêr 18 saliyê de tawan encam dane, dana cezaya bidarvekirinê bo cezayên ku pêka yasayên navnetewî bi tawanên micid nayêne naskirin, tundûtîjî û cudatîdanînên berfireh ên yasayî û li paraktîkê, dijî jinan, keçan û zarokan, girûpên etnîkî, kêmîneyên olî ku bi fermî nehatine naskirin, parêzer û çalakvanên mafê mirovî, rojnamevanan û xelkê din ku ji mafê azadiya gotin, kombûn û rêkxistinan bêpar in, bi kûrî nigeranî hatiye nîşandan.

Nûnerê rejîma Îranê di vê civînê de bi bêşermiyeke tevaw, hemû tawanên rejîma Îranê înkar kirin û ew bi sextekarî binav kirin.