Serokwezîrê Îsraîlê tevî îşarekirin bi vê yekê ku “rejîma Îran dixwaze wan (Îsraîl) ji nav bibe, got: “Eger xwedî hêzên cîhanê pêşiya hewlên rejîma Îranê bo çeka navkî negirin, rejîma Îranê dê hemû cîhanê bi barimte bigre”.
Pêka rapora rojnameya “Taymza Îsraîlê”, Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyahû” roja Sêşemî 15ê Xakelêweya 1402an a Rojî, di rêûresmeke olî ya Îsraîlê de gotiye: “Rejîma Îranê bi berdewamî hewl daye ku Îsraîlê ji nav bibe”.
Navbvirî di axavtinên xwe de îşare bi vê kiriye ku: “Eger em rêgirî ji destpêregihîştina rejîma Îranê bo çeka navkî nekin, ew rejîma dîktator dê hemû cîhanê bi barimte bigre”.
Di vê derheqê de roja Duşemî Wezîrê Derve yê Îsraîl “Êlî Kohen” ragihand, ku dixwaze serdana Komara “Çêk”ê bike û digel Serkomarê wî welatî li derheq gefên rejîma Îranê bo ser Îsraîl û cihanê danûstandinê bike.
Hêjayê gotinê ye ku Komara Çêk di niha de, Berpirsê Dewreyî yê Şêwreya Biryarder a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ye û serdana Wezîrê Derve yê Îsraîl bo vî welatî, li çarçoveya sepandina cezayên zêdetir bi ser bernameya navkî ya rejîma Îranê de ye.