Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

li bajarê Mihabadê du “feqî”yên olî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin binçavkirin

11:51 - 5 Nîsan 2023

Du “feqi”yê olî yên xelkên bajarê “Rebet”a Serdeştê li bajarê “Mihabad”ê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Pêka nûçeya Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, roja Duşemî 14ê Xakelêweyê, du “feqi”yên olî û xelkê bajarê “Rebet”yê girêdayî bajarê “Serdeşt”ê yên bi navên “Ebdulqadir Qadirî û Farûq Ehmedî” li bajarê “Mihabad”ê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

“Hengaw”ê belav kiriye ku ew 2 welatiyên Kurd li hember mizgevta “Darûlselam” li taxa “Mukiriyan” ji aliyê çend kesên girêdayî Îtilaata rejîmê ve hatine revandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek li derheq sedema revandin û tohmetên ku bi ser wan de hatine sepandin li ber dest de nîne.