Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşeke dronî bo ser Wezareta Berevanî ya rejîma Îranê hate kirin

11:56 - 5 Nîsan 2023

Şeva derbasbûyî bi dronek nenaskirî bo ser binkeya “Emîrelmo`iminîn” a Wezareta Berevaniya rejîmê li Îsfahanê êrîşek hate kirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi Spaha Pasdaran, şeva Sêşemî 15ê Xakelêweyê, droneke nenaskirî êrîşê ser binkeya “Emîrelmo`iminîn” a Wezareta Berevaniya rejîmê li Îsfahanê kiriye. “Tesnîm”ê îdia dike ku ew drone ji aliyê pedafenda esmanî ve hatiye xistin.

Herwisa ew nûçegihaniya ser bi rejîmê îdia kiriye ku di encama xistina xwarê ya wê dronê de, ti xisarek negihîştiye bi wê binkeya leşkerî.

Heta niha ti alî yan jî welatekê berpirsyariya êrîşa dronî ya duh şevê nekêşaye stuyê xwe.

Ji aliyek dinê ve, Cihgirê Siyasî, Ewlehî û Civakî yê Parêzgariya rejîmê li Îsfehanê nûçeya “Tesnîm”ê red kiriye û îdia kiriye ku şeva derbasbûyî ti cure bûyerek di wê cihê de neqewimiye.

Hêjayê îşarekirinê ye ku di 8ê Rêbendana 1401an de, binkeyek din a girêdayî Wezareta Berevanî ya rejîmê li Îsfehanê bû armanca çendîn dronan û ziyanên mezin gihandine wê binkeyê.

Li derheq êrîşa meha Rêbendanê, rojnameya “Wall Street Journal”ê di nûçeyekê de li gor rayedarên Amerîkî ragihandibû, ku ew êrîşe karê Îsraîlê bûye, lê Îsraîlê di vê derheqê de ti helwêstek nebû.