Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

280 bajar û 9,200 gund di Îranê de li jêr gefa herifîna erdê de ne

12:01 - 5 Nîsan 2023

Li Îranê 125 hezar kîlometrên 2cî erd herifî ye ku ev yeka bûye gefek mezin bo ser xelkê Îranê.

Serokê Saziya Birêvebirina Krîzan ya rejîma Îranê, “Mihemedhusên Namî” bi belavkirina amarekê daye zanîn, 125 hezar kîkometrên 2cî ku %9 a axa Îranê li xwe digre, tûşî herifîna erdê bûye û 280 bajar û 9 hezar û 200 gund li jêr gefa herifîna erdê de ne ku di wan deveran de 18 heta 19 milyon kes dijîn.

Pêka amarên belavbûyî, ji 609 deştên Îranê, 499 deşt tûşî herifîna erdê bûne û herwisa %49 a xelkê Îranê li jêr metirsiya herifîna erdê de ne.

Herifîna erdê piştî krîza avê di Îranê de hate gorê, eva jî di halekê de ye ku hilêncana zêde ji kanên avê yên binerdê bûye sedema wê krîzê.

Roçûn û herifîna erdê xisarên gelek mezin bi jîngeh, werzêrî, bînasazî, pir, tonel, bajar û gundan gihandiye û di dema herifîna erdê de dibe gefek mezin bo ser canê mirovan.