Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana xelkê bi dirûşma “em hatin dîsan serhildan dom heye” li Tehranê hate destpêkirin

11:36 - 6 Nîsan 2023

Hevdem bi hilkefta salroja jidaykbûna “Hemîdriza Rûhî” xwenîşanderê ku li Tehranê hatibû kuştin, hejmarek zêde ji hevwelatiyên Tehranê li derdora mala wî li taxa Şehrzêzîba ya Tehranê kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan û dirûşmên li dijî rejîmê û rêberê Komara Îslamî ya Îranê dan.

Pêka dîmenên hatinî belavkirin, duh şev 16ê Xakelêweyê, hevwelatiyên taxa Şehrêzîba ya Tehranê bi dirûşma “em hatin dîsan serhildan dom heye” rijiyane ser şeqeman.

Li vir xelkê azadîxwaz dirûşmên “mirin bo dîktator, mirin bo Xamineyî, em hikûmeta zarokkuj naxwazin, sund bi xwîna hevalan em sekînandine heta dawiyê” û dehan dirûşmên dinê dan.

Di nav wan xwenîşanderan de jineke azadîxwaz alaya rejîma Îranê dişewitîne û dibêje “Xamineyî emê wiha te bişewitînin”.

LI “Bakiriya Şumal” a Tehranê û Şîbaniyê jî xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê dirûşm dan.

Xelkê azadîxwaz çendîn demjimêran cutsayta “Bakirî” daxistin û li dijî tevahiya rejîma Îranê dirûşm dan.

Hemîdriza Rûhî xwenîşanderê Tehranê di 27ê Xezelwera 1401an de li devera Şehrêzaba ya Tehranê bi guleyên rasterast ên hêzên rejîma serkutkar a Îslamiya Îranê hate kuştin.

Di serhildana Jînayê de li Kurdistan û Îranê zêdetir ji 500 serdildêr ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatine şehîdkirin û bi hezaran kes jî hatine birîndarkirin.