Mamosteya girêbeskar a Navenda Perwerde û Hînkaririyê li bajarê Sineyê “Ferîba Zendkerîmî” ji aliyê Îdareya Îtilaat a bajarê Sinê ve hate banghêjkirin û piştre li wir hate binçavkirin. Bi vî awayî di heyama sê mehan de 16 mamosteyên Kurd hatine girtin.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, pîştî banghêjkirina mamosteya girêbestkar a bajarê Sinê “Ferîba Zendkerîmî” a temen 35 salî û xelka bajarê Sinê, ji aliyê vê îdareya rejîmê ve hate binçavkirin.
Hatiye zanîn ku piştî girtina navbirî hêzên Îtilaata rejîmê demjimêr 8ê şeva Çarşemî 16ê Xakelêweyê, êrîş kirine ser mala wê mamosteya Kurd û mala wê vekolane.
Tevî lipeykevtina malbata “Ferîba”yê li derheq sedema binçavkirin û cihê ragirtin û qedera wê, bê encam maye û ti zaniyariyek li derheq sedema binçavkirina wê mamosteya xelkê bajarê Sinê û cihê ragirtina wê li berdest nîne.
Pêka amarên “Hengaw”ê, ji destpêka sala Zayînî ya 2023an ve heta niha zêdetir ji 16 mamosteyên dibistanan ên Kurd li bajarên wek “Avdanan, Bîcar, Sine, Dîwandere, Pawe, Kirmaşan û Seqiz”ê de ji aliyê navendên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.