Îsraîlê ragihandiye bi bê Amerîkayê jî ew amade ne da ku êrîşê ser rejîma Îranê bikin û dibêje wan şiyan û hêza vê yekê heye ku tenê êrîşê ser rejîma Îranê bikin.
Fermandeyê Stada Erteşa Îsraîlê, “Hêrtzî Halowêy”, roja Çarşemî 16ê Xakelêweyê, di hevpeyvînekê digel Radyoya Ertêşa Îsraîlê gotiye: “Hevkariya ewlehî digel Amerîkayê di wan salên dawiyê de baştir bûye û ew du welate di dariştina bernameyan û manorên leşkerî de amade dibin, lê tevî wê ku ev hevkarî baş e, lê bo êrîşkirin bo ser Îranê ti hewcehiyek bi hevkariya Amerîkayê nîne û Erteşa Îsraîlê amade ye û şiyana vê yekê heye ku tenê jî êrîşê ser Îranê bike.
Herwisa navbirî gotiye: “Di salên bê de Erteşa Îsraîlê dê şiyana xwe gelek bihêztir bike û bersiva me dê gelek herifîner be”.
Pêka gotina Erteşa Îsraîlê, ew gotinên Fermadeyê Stada Erteşa Îsraîlê, piştî hevpeyvîna wî ya telefonî digel Fermandeyê Sêntkamê “Maykêl Korîla” bûye.