Duh roja Çarşemî 16ê Xakelêweyê, li rêya Seqiz-Dîwandere, bûyereke metirsîdar a hatinûçûnê rû da ku di encama wê bûyerê de 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan.
Bûyerek hatinûçûnê di navbera du maşînên Pêjû 405 û Semendekê de li sê kîlometriya navçeya Zerîne ya Dîwanderê rû da ku di encamê de 3 welatî bûne qurbanî û kesek jî birîndar bû. Ew her du maşînane demûdest hatine şewitandin.
Rêya Dîwandere-Seqiz bi rojane qurbaniyan digire û li wir mewdayek 20 kîlemetrî heye ku bi salan e nehatiye çêkirin û çendîn sal e bûye sedema canjidestdana welatiyan.
Li gor amarên herî dawîn ên polîsê hatinûçûnê yê rejîma Îranê, hejmara kesên ku li rojên Newrozê di bûyerên hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 871 kesan.