“Encûmena Sewz a Çiyaya Merîwanê” di çalakiyeke jîngehparêziyê de, cihê geştiyariya gola “Zirêbar”ê paqij kir.
Roja Çarşemî 16ê Xakelêweya 1402an a Rojî, hogir û parêzerên jîngeha welat û endamên “Encûmena Sewz a Çiyaya Merîwanê”, bo paqijkirina ava gola “Zirêbar”ê û cihê geştiyariya wê golê ji zibil û paşmaweyan, çalakiyeke paqijkirinê bi rê ve birin.
Ew çalakiye di demekê de bi rê ve çûye ku gola “Zirêbar” di rewşeke metirsîdar de ye û eger hewleke lezgîn û karnasane bo neyê dan, dê li paşerojeke nêz de rastî karesata çikbûn û jinavçûnê bê.
Herwisa “Encûmena Sewz a Çiyaya Merîwanê” daxwaz ji çalakvan û rêkxirawan kiriye ku bi hev re hewlên micid bidin bo vê ku desthilat wek yekem berpirsyarê qedera “Zirêbar”ê û jîngeha niştîmanê bersivê bide û pêşî ji neman û jinavçûna wê jîngehê bigire.