Di berdewamiya aloziyên di navbera Komara Azerbaycan û rejîma Îranê de, Komara Azerbaycanê daye zanîn ku 6 sîxurên girêdayî bi torên ewlehî yên rejîma Îranê binçav kirine.
Roja Pêncşemî 17ê Xakelêweya 1402an a Rojî, Wezareta Navxwe û Navenda Ewlehiya Komra Azerbaycanê di daxuyaniyeke hevpar de belav kirine ku 6 sîxurên rejîma Îranê ku li pey kodeteya leşkerî û alozkirina rewşa Komara Azerbaycanê bûn, binçav kirine.
Di vê daxuyaniyê de hatiye, ku ew sîxurane ji aliyê torên nihênî yên rejîma Îranê ve hatibûne rêkxistinkirin ku bi encamdana tundûtîjî û alozkirina aramiyan bi rêya çekdarî ve, dewleta yasayî ya Azerbaycanê biherifînin û “desteya berxwedan”ê bi armanca avakirina dewleteke olî di vî welatî de ava bikin.
Di vê dereheqê de roja Duşemî 14ê Xakelêweya 1402an, 4 sîxurên girêdayî rejîma Îranê bi tawana terora bê encam a nûnerê parlemana Komara Azerbaycanê “Fazil Mustefa” hatibûne girtin.