Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Penaberbûna Îraniyan di welatê Tirkiyê de di rêza duyem de ne

08:30 - 7 Nîsan 2023

Navenda Amara Tirkiyê di nûtirîn amara xwe de eşkere kiriye ku, li sala 2021`an şûna zêdetir ji 80 Hezar welatiyên Îranê di wî welatî de niştecihbûne û welatiyên Îranê piştî welatiyên Îraqê, bo penaberbûn di wî welatî de di rêza duyem de ne.

Pêka vê amarê, ji 80 Hezar welatiyên Îranê ku di Tirkiyê de bûne penaber, ji sedî 51.9 zilam û ji sedî 48.1 jî jin in.

Hêja yê baskirinê ye ku, ev amara penaberbûnê nîşan dide ku, ji sedî 12.3 ji piraniya welatiyên Îranê yên ku beraxwe didin Tirkiyê, temenê wan di navbera 20 û 24 saliyê de ne û niha ev asta temen jî Îranê bûna penaberbûnê di cîhanê de di rêza yekem de nîşan dide.

Her di vê pêwendiyê de, Rewangeha Penaberan a Îranê di raporekê de ku li ser amarên navneteweyî hatiye weşandin, nivîsiye: Îran di rêza 8emîn a xirabtirîn welatê cîhanê de cih digir e.

Rewşa xirab a aborî, siyasî û civakî ya li Îranê bûye sebeba terkandina hêza lêzan a kar li Îranê, û amarên welatên Ewropî û Awustralya jî vê yekê dipejrînin û Awustralyayê di sala 2021ê de 918 vîzeyên kar ji Îraniyan re daye ku li gorî sala 2020`î, sê qat zêde bûye.

Her di vê pêwendiyê de jî, li 16`ê Xakelêweyê de Cêhgirê Teknîkî û Çavdêrî ya  Saziya Nizama Pîzişkî yê rejîmê, li derheq devberdana pîşzişkên pispor li welat nîgeraniya xwe nîşan da û hikûmet rexe kir.