Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Silêman Ebdî Çalakvanê Sinfî yê mamosteyan bo girtîgeha Seqizê hat veguhastin

10:00 - 7 Nîsan 2023

Roja Çarşemî 16ê Xakelêweyê, “Silêman Ebdî” Endamê Encumena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqizê, piştî bidawî hatina qonaxa lêpêçîna wî li girtîgeha Îdareya Îtlaata rejîmê li bajarê “Sinê” bo girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hat veguhastin.

Navbirî heta niha jî ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbata xwe  re bê par bûye.

Encumena Mamosteyên Kurdistan-Seqiz û Zêwiye piştî binçavkirina “Silêman Ebdî” bi belavkirina daxuyaniyekê, binçavkirina wî mamosteyê xwedî ezmûn bi tundî şermizar kir û daxwaza azadkirina wî bi awayekê bê şert û meric kirin.

Roja Yekşemî 28ê Reşema 1401an a Rojî, “Silêman Ebdî” Endamê Encumena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Seqizê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û bo îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê “Sinê” hatibû veguhastin.

Hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî, êrîşî ser mala navbirî kiribûn û “Silêman Ebdî” binçavkiribûn.

Hêjayê gotinê ye ku, berê jî li rêkefta 25ê Cozerdana sala 1401an a Rojî, ew çalakvanê sinfî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û li 4ê Pûşpera 1401an a Rojî, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.