Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê çendîn cih li Başûrê Lubnanê kire armanc

12:09 - 7 Nîsan 2023

Serê sipêdeha îro, Îsraîlê li tolhildana êrîşên rakêtî yên bo ser axa welatê xwe, deverên Başûrî yên “Lubnan”ê bombebaran kir.

Îro Înê 18ê Xakelêweyê, balafirên şerker yên Îsraîlê, li tolhildana rakêtên ku li Başûrê Lubnanê ve ber bi axa Îsraîlê ve hatibûne avêtin, çendîn binkeyên girûpên Hemasê, li nêzî “Sûr” li Başûrê Lubnanê, kire armanc.

Artêşa Îsraîlê, di daxuyaniyekê de ragihand ku, di vê êrîşê de çendîn binkeyên girûpa “Hemas”ê  li nêzî Başûrê Lubnanê kiriye armanc û behsa vê yekê jî kiriye ku Îsraîl rê nade bi Hemasê, ku ji axa Lubnanê ve li dijî Îsraîlê oprasyonan encam bide û di vê derheqê de jî dewleta Lubnanê, berpirsyar dizane.

Hevdem balafirên şerker yên Îsraîlê, çendîn binkeyên girûpên Îslamî li “Xez”ê kirine armanc.

Roja Pêncşemî demjimêrek pêş wan êrîşan “Bênyamîn Netenyahû” Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku, dujimin bi tundî dê bersiva êrîşên xwe wergire.

Îsraîlê ragihandiye ku, aliyê kêm 34 mûşek li Başûrê Lubnanê ve ber bi axa wî welatî hatine avêtin ku 25 ji wan ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ve hatine teqandin û 5 heb jî ber axa Îsraîlê ketine.

Cihgirê yekem a Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka yê “Wêdant Patêl” ew êrîşa ku ji Lubnanê ve bo ser Îsraîlê hatiye kirin şermezarkir û ragihand Amerîka pêbende bi soza xwe ya li derheq parastina ewlehiya Îsraîlê û mafê yasayî yê Îsraîlê ye ku berevaniyê ji xwe bike.