Piştî hatina pêlek ji sir û seqemê li destpêka sala nû, beşek zêde ji rez û baxên werzêriyê li parêzgeha Urmiyê sirê birine û xisarek zêde gihîştiye werzêran.
Çavkaniyên xwecihî li parêzgeha “Urmiyê” behsa vê yekê dikin ku pêka berhevdanînan nêzî 21 Hezar hiktar ji baxên wê parêzgehê ku baxên Sêw, Qeysî, Şelîl û Xox in, sirê birine.
Pêka berhevdanînan ziyanên ku sirê gihandiye baxên parêzgeha “Urmiyê” 50 Hezar Ton bûye ku dike nêzî 700 miliyard Tumenî.
Herwisa bi sedema sir û seqemê zewiyên siliqan li bajarê “Pîranşar”ê jî rastî ziyanek zêde hatine.