Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 80emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat semînerek hate lidarxistin

11:06 - 8 Nîsan 2023

Li yek ji binkeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, semînerek bi minasibeta 80emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariya beşek ji endamên wê rêxistinê hate lidarxistin.

Roja Înê 18ê Xakelêweya 1402an a Rojî, Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê semînarek bo kadrê siyasî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Celal Rewangerd” û Sekreterê berê yê Rêxistina Ciwanan li yek ji binkeyên Hizba Demokrat lidar xist

Semînar bi ragirtina bîstek bêdengî bo canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistan hate destpêkirin

Di beşa yekem a semînarê de ku ji bo dîroka Yekîtîya Ciwanên Kurdistanê hatibû terxankirin, “Celal Rewangerd” behsa qonaxên çawahiya damezrandina Yekîtîya Ciwanên Kurdistanê di Komara Kurdisyanê de û berdewamiya kar û çalakiyên vê rêxistinê ji bo beşdarbûyan kir.

Navbirî bi îşaredan bi hewcehîbûna rêkxirawek modern bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê her ji serdema Komara Kurdistanê ve hate îroke, behsa vê yekê kir ku Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê bi dirêjahiya temenê xwe, di hewla perwerde û geşepêdana ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Di beşeke din a semînarê de, Sekretêrê berê yê Yekîtiya Ciwanan behesek li ser mebesta damezirandina saziyê, şêwaza karê rêxistinî, armancên wê û şêwaza birêveberiya rêxistin û...hwd kir. Piştre  di beşeke din a semînarê de “Celal Rewangerd” bal kişande ser rol û bandora ciwanan di pêşxistin û serkevtina şoreşa Jînayê de û got: “Qata sereke ya şoreşê ciwan bûn. Ew rêkxerên vê şoreşa mezin bûn ku ji Kurdistanê ve hate destpêkirin û tevahiya Îranê li xwe girt. Çalakiyên ciwanan ji hemû qateke din a civakê bêtir xuya bû.

Beşa dawîn a semînerê hatibû terxankirin ji bo rêkxistinek di nav Yekîtiya Lawan de, piştî ku beş bi dawî bû, rexne û pêşniyarên beşdaran ji aliyê Celal Rewangerd ve hatine bersivandin