Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di mehekê de 36 welatiyên Kurd ji aliyên hêzên rejîmê ve hatine girtin û revandin

17:28 - 1 Nîsan 2023

Di heyama meha “Adar”a 2023an de aliyê kêm 36 welatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî yên rejîma Îranê ve bi tohmetên çalakiyên siyasî, medenî û sendîkayî hatine girtin. Ev amare ji aliyê Rêkxirawa Hengawê ve hatiye tomarkirin.

Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê di nûtirîn amara xwe de belav kiriye ku 15 welatiyên Kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî û hevkarî digel hizbên Kurdistanî, 12 welatî bi sedema nîşandana nerizayetiyan bi êrîşa kîmyayî li dijî dibistan û dersxwanan û 9 welatî jî di nav rêûresma Newrozê de ji aliyê navendên rejîma Îslamî ya Îranê hatine revandin û girtin ku bi gelemper dibe 36 kes.

Hengawê nivîsiye, di meha derbasbûyî de aliyê kêm du çalakvanên jin, nûciwanek bin 18 saliyê û herwisa 8 mamosteyên dibistanan ji aliyê navendên rejîmê ve hatine girtin.

Herwisa hatiye zanîn ku zêdetirîn kesên hatinî girtin, ji aliyê îdareya Îtilaata rejîmê ve bûye.

Hengawê amara xwe li gor parêzgehên Kurdistanê tomar kiriye ku ev jî wiha ye: Parêzgeha Kirmaşan 3 kes, Urmiye 12 kes, Sine 18 kes û Îlam kesek û navçeyên din ên Îranê jî 3 kes hatine girtin.