Du kolberên bi navên “Efşîn Felahî û Mehdî Rehmetî” yên xelkê bajarê “Seqiz”ê, kevtine nav ava bendava “Ebasava” ya bajarê “Bane”ê û xendiqîn.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, du kolberên Kurd ên xelkê bajarê “Seqiz”ê yên bi navên “Efşîn Felahî” yê temen 22 salî û “Mehdî Rehmetî” yê temen 23 salî, di dema kolberiyê de kevtine nav ava bendava “Ebasava” ya bajarê Banê û xendiqîn.
Sibêdeha roja Pêncşemî 17ê Xakelêweyê, tîmên hawarçûnê hemû hewlên xwe dan ku termê wan du kolberan peyda bikin, lê bi sedema zêdebûna ava bendavê heta niha nekarîne termê wan du kolberan peyda bikin.