Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî xelkê Îzê bi tohmeta kuştina “Kiyan Pîrfelek” bi îdamê hate cezadan

13:31 - 8 Nîsan 2023

Dadgeha rejîma Îranê li bajarê Ehwazê cezayê îdamê bi ser hevwelatiyekî xelkê bajarê “Îzê” de sepand û hêzên rejîmê îdia dikin ku vî hevwelatiyê, Kîyan Pîrfelek kuştiye.

Pêka nûçeya ku Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê belav kiriye, “Ebas Mucahd” naskirî bi “Mucahd Kûrkûrî”, hevwelatiyê xelkê bajarê “Îzê” ji aliyê rejîma Îranê ve bi tohmeta kuştina 7 kesan di xwenîşandanên seranserî de ku yek ji wan “Kiyan Pîrfelek” bûye, û herwisa bi tohmeta “têkdana nezima giştî û xisargihandin bi milkên giştî û çêkirina girûpên dijberê rejîmê, şerkirin bi çekan, muharibe û êfsad fî eriz”ê bi îdamê hatiye cezadan.

Sepandina cezayê îdamkirinê ji aliyê dagehên rejîmê ve bi ser “Mucahd Kûrkûrî”, di halekê de ye ku berê dayîka “Kiyan Pîrfelek” ya bi navê “Zeyneb Molayîrad” ragihandibû: “Ez dayîka Kiyan im û ez qet qebûl nakim ku hevwelatiyek min wekî bikujê kurê min bidine nasandin”.

Herwisa dayîka “Kiyan” duh şev 18ê Xakelêweyê, bi belavkirina wêneyekê ji xwe û dayîka “Mucahd Kûrkûrî” li ser rûpela xwe ya “Instagram”ê, nivîsiye: “Em her du li yek cih têne birîndarkirin, Xwedê tu qebûl neke ku careke din xwîna bê tawananekê bê rijandin” û li rex vê nivîsê heştega “Na bo îdamkirina Mucahid Kûrkûr” jî daniye.

Ji aliyeke dinê ve, di rêûresma bi axsipartina “Kiyan Pîrfelek” de dayîka wî di nava xelkê de got: “Ti kesek bikujê kurê min nîne bilî hêzên rejîmê û hêzên rejîmê di rêya bo malê teqe ji maşîna me kirin”.

Eva jî di halekê de ye ku hêzên rejîma Îranê bi xwe xelkê nerazî dane ber gulleyan û paşê bi lîstina senariyoyekê dane zanîn ku kesên çekdar xelkê nerazî kirin bi armanc.