Di berdewamiya givaşên hêzên rejîmê bo ser malbatên pêşmergê Kurdistanê, şeva derbasbûyî bi kirêgirtiyên rejîmê êrîşê ser mala malbateke pêşmergê Kurdistanê li gundê Qasimlo yê ser bi Urmiyê kirine.
Li gorî agahiyên ku gihîştine bi Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, şeva Înê li ser Şemî demjimêr 02:30 xulekan, rêkevta 19ê Xakelêweyê, bi kirêgirtiyên rejîmê bi maşîneke Pêjo Parsê li gundê Qasimlo yê ser bi bajarê Urmiyê, teqe li mala bavê “Hesen Meraxeyî”, bavê pêşmergê Kurdistanê “Perwîz Meraxeyî” kirine
Di wê êrîşê de mala Hesen Meraxeyî hatiye gulebarankirin.
“Hesen Meraxeyî” li gundê Qasimloyê mijûlê karûbarê werzêriyê ye û ti pirsgirêkek digel ti kesî nîne û ev kiryara kirêt ji aliyê bi kirêgirtiyên rejîma Îranê ve bi mebesta givaşxistin bo ser malbata Perwîz Meraxeyî, pêşmergê Kurdistanê hatiye encamdan.
Rejîma Îranê bi gef û daxwaza bacgirtin ji malbatên pêşmergeyan, dixwaze şerê derûnî bo pêşmergên Kurdisyanê û malbatên wan çê bike, lê çi carî nekariye morala pêşmerge û malbata wan bi wan karan bîne xwarê.