Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend mûşek ji bilindahiyên Gulanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin/ Îsraîlê jî Sûriye kir armanc

11:04 - 9 Nîsan 2023

Rojekê piştî ku Îsraîl û girûpên Filistînî li Xeze û Lubnanê li hev xistin, şeş rakêt ji bilindahiyên Gulanê li Sûriyê bo ser Îsraîlê hatine avêtin, û Ertêşa Îsraîlê jî bi balafirên şer û mûşekan bersiv da û navçeyên başûrê Sûriyê û derdora Demeşqê kir bi armnac.

Girûpên ser bi rejîma Îranê li Gulanê du caran bi mûşekan êrîşê ser Îsraîlê kirin û sê rakêt li nav axa Îsraîlê kevtine xwarê û yek din jî li Ordinê; di wê êrîşê de ti xisarek canî tine bû.

Piştî êrîşa cara duyem ji Sûriyê, Ertêşa Îsraîlê jî êrîşa xwe ya topxaneyî û dronî bo ser deverên başûrê Sûriyê ku ji wan deveran bo aliyê Îsraîlê ve rakêt hatibûne avêtin, dest pê kir.

Hin pê neçû dîsan Ertêşa Îsraîlê ji êrîşên balafirên şerker ên vî welatî bo ser nevendek leşkerî, cihê radar û topxaneya Ertêşê li Sûriyê di derdora Demişqê de daye zanîn.

Piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên Îsraîlê û xwenîşanderên Filistînî li Perava Rojava û êrîşa hêzên Îsraîlî bo ser xwenîşanderên Mizgevta Eqsa, di nava du rojên borî de grûpên Filistînî bi dehan mûşek ji Xezeyê û Lubnanê ber bi Îsraîlê ve avêtine. Li hember vê yekê Îsraîlê bi tundî êrîşê ser van girûpan li Xeze û Lubnanê kiriye.