Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewambûna kombûnên nerizayetiyê li Îranê

14:30 - 9 Nîsan 2023

Di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li Îranê, roja derbasbûyî 30 kombûnên nerizayetiyê li bajarên Îranê bi rê ve çûn.

Pêka rapora nûçegihaniya “Hêrana”yê roja Şemî 19ê Xakelêweyê, kombûna nerizayetiyê ji aliyê komek ajovanên teksiyan û herwisa kadrên dermanî yên beşa hawarhatinê li bajarê “Meşhed”ê bi rê ve çû.

Kadrên dermanî û peresdarên beşa hawarhatinê yên bajarê “Meşhed”ê li hember avahiya parêzgariya vî bajarî kom bûn û bi dana dirûşman nerizayetiya xwe nîşan dan û daxwaza cîbicîkirina daxwazkariyên xwe kirin.

Her li bajarê “Meşhed”ê ajovanên teksiyan bi sedema nebaşbûna rewşa jiyan û kêmbûna dahatê man girtin.

Herwisa komek ji werzêrên bajarê “Îsfehan”ê li derheq piştguhavêtina daxwazkariyên wan ji aliyê berpirsên rejîmê ve, bi nîşana nerizayetiyê kom bûn.