Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çavê xwenîşanderekî şoreşa Jînayê asta dîtina wî tenê 2 mêtir e

16:31 - 9 Nîsan 2023

Pêka lêkolînên Ajansa Mafê Mirovî ya“Kurdpa”yê hejmarek zêde ji xwenîşanderên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li bajarên Kurdistanê bi sedema teqeye bi armanc yên hêzên rejîmê çavên wan birîndar bûne.

“Karo Feyzî” welatiyê xelkê bajarê “Seqiz”ê, yek ji wan xwenîşanderan e ku rêkevta 25ê Xezelwera 1401an a Rojî, di rêûresma bi axsipartina “Mihemed Hesenzade” yek ji şehîdên şoreşa “Jîna”yê li bajarê “Bokan”ê li mewdayek kin de rastî teqeya hêzên rejîmê hatibû û çavê wî yê çepê bi sedema guleyên saçmeyî bi dijwarî birîndar bibû.

“Karo” piştî birîndarbûnê, bo nexweşxaneya “Farabî” hatibû veguhastin û heta niha 7 caran çavê wî niştergerî bo hatiye kirin û asta dîtina çavê wî tenê 2 mêtir e.

Bilî birîndarbûna çavê “Karo” zêdetir ji 500 saçme ber leşê wî kevtibûn û niha jî hin ji saçmeyan di leşê wî de mane.

“Karo Feyzî” temenê wî 21 sal e, û endamê tîma topa pê ya Newroza bajarê “Seqiz”ê ye.