Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema êrîşa kîmyayî li ser keçên dersxwan li bajarê Seqizê xelk rijyane ser şeqaman

16:34 - 9 Nîsan 2023

Di bajarê Seqizê de êrîşên kîmyayî bo ser çendîn xwendingehên keçan hatine kirin ku rewşa 20 kes ji wan keçên jehrîbûyî xirab e û xelkê bi sedema wan êrîşên nemirovane rijyane ser şeqaman.

Li bajarê Seqizê de êrîşên kîmiyayî bo ser xwendigehên keçan ên “Taliqanî, Someye, Mê`irac, Bêntulhodaya Sedir, Istiqlal û Îsmet li devera Zêrîne” hatine kirin û 47 dersxwan bi dijwarî jehrî bûne ku rewşa tendirustiya 20 kes ji wan dersxwanan bi nebaş hatiye ragihandin.

Xelkê bajarê Seqizê li berteka wan êrîşên kîmiyayî û bêdengiya rejîma Îranê li hember wan êrîşan, rijyane ser şeqaman û alaya rejîma Îslamiya Îranê li ser xwendingehan anîne xwarê û li dijî rejîma Îranê dirûşmên wek bimre Xamineyê dan.

Ciwanên nerazî û azadîxwazên bajarê Seqizê bo şermezarkirina wan cinayetên rejîmê û êrîşên kîmyayî bo ser keçên dersxwan rijyane ser şeqaman û bi şewitandina mase û kursiyên xwendingehê li ser şeqaman nerizayetiya xwe nîşan dan û şeqam daxistin.