Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derisxwanekî xelkê bajarê Kamêranê bi sedema êrîşên kîmyayî bo ser xwandingehan canê xwe ji dest da

11:01 - 10 Nîsan 2023

“Karo Pîşabadî” derisxwanekî nûciwan yê xelkê bajarê “Kamêran”ê û rûniştiyê bajarê “Tehran”ê bi sedema êrîşên kîmyayî bo ser xwandingeha wan li bajarê “Tehran”ê, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê roja Înê 18ê Xakelêweya 1402an a Rojî, “Karo Pîşabadî” nûciwanê temen 16 salî û xelkê gundê “Paşaw” yê girêdayî bajarê “Kamêran”ê û rûniştiyê bajarê “Tehran”ê piştî êrîşa kîmyayî ya hêzên rejîma Îranê bo ser xwandingeha wan li bajarê “Tehran”ê jehirî bibû, û bo nexweşxaneya “Mîlad” a wî bajarî hatibû veguhastin, mixabin li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

“Karo Pîşabadî” roja Çarşemî, 24ê Reşemeya 1401an a Rojî, li xwandingeha xwe li bajarê “Tehran”ê bi sedema reşandina gaza kîmyayî jehirî bibû, û bo tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.

Termê “Karo” şeva 19ê Xakelêweyê, li gundê “Paşaw”ê bi axê hat spartin.