Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sendîkaya Mamosteyên Kurdistana Îranê li derheq jehrîkirina keçên dersxwan daxuyanyek belav kirin

19:19 - 10 Nîsan 2023

Sendîkaya Momosteyên Kurdistana Îranê li derheq êrîşa kîmyayî bo ser keçên dersxwan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi rêya belavkirina daxuyaniyekê ragihandin: “Jiyana dersxwanan bo me hêla sor e û êdî em li hember vê kiryara narewa ya rejîmê bêdeng namînin”.

Li beşeke vê daxuyaniyê ku roja Duşemî 21ê Xakelêweya 1402an a Rojî de hatiye belavkirinê de hatiye:

Komara Îslamî li hember xwest û daxwaziyên rewa yên gelê Îranê li şoreş û serhildana “Jîna”yê de rastî şikestê hatiye û di nefesên xwe yê dawiyê de dest avêtiye gemartirîn rewşa bergirîkirin ji desthilata xwe ya rizîbûyî û ev jî, jehrîkirina keçên dersxwan e.

Rejîma bikujê zarokan di bajarên Kurdistanê de ku bingeh û şana şoreşa “Jîna”yê ye, bo tirsandin û paşekêşî pêkirin bi daxwaziyên rewa yên gelên Îranê di wan çend rojên derebasbûyî de, 10an keçên dersxwan li xwendingehên bajarên Rojhilatê Kurdistanê jehrî kirine ku canê hejmarek ji wan dersxwanan di metirsiyê de ye.

Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê radigahîne ku jiyana dersxwanan bo me hêla sor e û êdî em li hember wan kiryarên narewa yên rejîmê bêdeng namînin; Lewma em daxwaz ji xelkê têkoşerê Kurdistanê, malbatên xoşewîst ên dersxwanan, mamosteyên welatparêz û dersxwanên şoreşger dikin ku hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û bi nîşandana nerizayetiya xwe li ser şeqaman, gelê me ji vê desthilata gemar û byûm rizgar bikin heta ku em bikarin bi azadî û aramiyê bijîn.