Rewenda Kurd li Rûsiyê, li bajarê “Stavropol”ê de kom bûn û bi armanca yekgirtina civak û rêkxiravên başûrê Rûsiyê, federasiyoneke yekgirtî ava dike.
Li bajarê “Stavropol” li başûrê Rûsiyê de, kombûnek bi beşdariya berpirsê Rewenda Kurdistanî li Soviyeta berê û asiyayê “Memê Memo” û serokê Komeleya Êzidiyên Koban û cihgirê Wezîrê Karûbarên neteweyan li devera “Stavropol”ê “Sêlrgey Zinêf” beşdarî kiribûn, ew rêkxirava han dixwaze bi rêya karê hevpar, ziman, nasnameya netewî li herêmên başûrê Rûsyayê de biparêze.
Berpirsê Rewenda Kurdistanî li Soviyeta berê û asiyayê “Memê Memo” di vê kombûnê de got: “Karê girîng ê vê konferansê eva ye ku em bi hev re kar dikin û bi hev re em bihêz in”.
Cihgirê Wezîrê Karûbarên neteweyan li devera “Stavropol”ê “Sêlrgey Zinêf” tevî nîşandana keyfxweşiya xwe li beşdarbûn di vê konferansê de got: “Bo me girîng e ku ev konferansa li devera Stavropolê bi rê ve diçe, bi vê hegerê ku devera me cihê dostayetî, aşitî û bihevre jiyan neteweyan e, em hevkariyê digel wan dikin û piştevaniyê ji vê rêkxirava nû dikin”.
Di vê kombûnê de mamostaya zimanê Kurdî “Kelem Sadîkovna Nadirova” got: “ Ez mamostaya zimanê Kurdî me, dixwazim ku zarok û neviyên min û hemû zarokên Kurdan bi Zimanê Kurdî biaxivin”.