Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Carek din milîşên girêdayî rejîmê li Sûriyê bûn armanc

11:35 - 11 Nîsan 2023

Hêza Esmanî ya Hevpeymanên Netewî, 3ê binkeyên milîşên girêdayî rejîma Îranê li Sûriyê kirin armanc.

Roja Duşemîş 21ê Xakelêweya 1402an a Rojî, Hêza Esmanî ya Hevpeymanan, di bersiva êrîşên mûşkî û balafirên bê balafirvan yên bo ser binkeyên hêzên Amerîka yê li “Sûriyê”, 3ê binkeyên milîşên girêdayî rejîma Îranê li parêzgeha “Dêrezûr”ê kirin armanc.

Di vê êrîşê de tevî xisarên mezin yên malî û herifîna binkeyên girûpên girêdayî rejîmê, 5 kes hatine kuştin û kesek din jî birîndar bûye.