Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi hinceta şandina hevkariyên mirovdostî bo erdhejdîtiyên Sûriyê barê çek û cebilxaneyan vediguhaze

11:16 - 12 Nîsan 2023

Di heyamên derbasbûyî de û piştî erdheja bi hêz ya ku Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hejand, rejîma Îranê di bin navêhevkariyên mirovdostî bo xelkê zirar berketî yên Sûriyê, çendîn caran barên çekan bo wî welatî veguhastiye.

Nûçegihaniya “Reuters”ê belavkiriye ku hin berpirsên Sûriye û Îsraîlê eşkerekirine ku rejîma Îranê piştî hatina erdheja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, bi hinceta şandina hevkariyên mirovdostî bo xelkê zirar berketî yên Sûriyê, bi balafirên hawarhatinê barên çek û cebilxaneyan bo milîş û girûpên girêdayî xwe yên li wî welatî dişîne.

Herwisa hatiye ragihandin ku rejîma Îranê di heyama du mehên derbasbûyî de aliyê kêm zêdetir ji 15 caran barên çek û teqemeniyan bo Sûriyê veguhastiye.