Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bloombergê li derheq şîpela nû ya jehrîkirina keçên dersxwan li Kurdistan û Îranê raporek belav kiriye

11:20 - 12 Nîsan 2023

Piştî êrîşên kîmyayî yên rejîma Îranê bo ser keçên dersxwan, Bloombergê raporek li ser wan êrîşên jehrî û kîmyay li çendîn bajarên Kurdistan û Îranê raporek belav kiriye.

Bloombergê li rapora xwe ya nû ku li 22ê Xakelêweyê de hatiye belavkirinê de diyar kiriye: “Di vê heyamê de çendîn rapor li derheq êrîşên jehrî û kîmyayî bo ser xwendingehên keçan li çendîn bajarên Îranê belav bûne, girûpên mafê mirovî û ragihandinên xwecihî de belav bûne, ew êrîş di halekê de tên encamdan ku Polîsê Îranê dixwaze jinên ku “Hicab” neparastine, serkut bike”.

Herwisa Bloombergê belav kiriye: “Piştî vê yekê ku berpirsên Îranê gotine çendîn kes ên girêdayî bi bûyerên wekhev binçav kirine, şîpelek nû ya êrîşên jehrîkirinê di vê heftiyê de li çendîn bajaran de bo ser xwendingehên keçan hatine encam dan.

Bi hezaran xwendekar û xwendevan di wan êrîşên kîmyayî de jehrî bûne, lê heta niha ti kesek wek bikerê wan êrîşên nemirovane û dijî hemû pirensîpên exlaqî, nehatiye binçavkirin an dadgehîkirin.

Rêberê rejîma Îranê di meha derbasbûyî de jî, bi çewtekarî û bo xeletandina hizra giştî û cîhanî, ew êrîş şermezar kiribû, lê berpirsê bingehîn ên wan êrîşan, rejîma Îranê û bi taybetî “Elî Xamineyî”bi xwe ye.