Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aliyê kêm 435 xwandekar ji mafê xwandinê bê par bûne

12:04 - 12 Nîsan 2023

Kanala Şêwreya Sênfî ya xwandekarên Îranê ragihandiye ku, aliyê kêm 435 kes ji xwandekarên seranserê Îranê, ku di meşa şoreşa “Jîna”yê de beşdarbûne, berdewamkirina xwandina wan bi awayekî demkî hatiye ragirtin an jî ji zanîngehan hatine derkirin.

Kanala Şêwreya Sênfî ya Xwandekarên Îranê, roja Sêşemî 22ê Xakelêweyê, bi ragihandina nûçeya derkirin û ragirtina xwandina xwandekaran ji aliyê komîteyên zanîngehê ve nivîsandiye: “Piştî serhildana seranserî ya li Îranê û beşdariya hemû alî ya xwandekaran hejmarek zêde ji xwandekar di rewtek neyasayî de ji xwandinê hatine bêparkirin.

Digel destpêka şoreşa “Jîna”yê xwandekaran bi beşdarî di xwenîşandan, kombûn û mangirtinan û herwisa dana dirûşiman li dijî rejîma Îranê rolek xuya hebûn.

Herwisa hejmarek zêde ji xwandekarên seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nava xwenîşandanan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne birîndarkirin.

Dawîn givaşên hêzên rejîma Îranê bo ser xwandekaran, li Zanîngeha Zanista Pizişkî ya bajarê “Tewrêz”ê 40 xwandekar bi sedema nerizayetî nîşandan bi jehirîbûna derisxwanan bo komîteya zanîngehê hatine gazî kirin.