Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê ji bo berevanîkirin ji Ferîba Zendkerîmî

10:36 - 13 Nîsan 2023

Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê li Sinê, Kelaterzan, Dîwandere, Merîwan, Sewlava, Seqiz û Zêwiye, di daxuyaniyekê de berevanî ji mamostaya binçavkirî “Ferîba Zendkerîmî” kiriye û daxwaza berdana bê şert û merc a bavbirî hatiye kirin.

Di daxuyaniya mamosteyan de hatiye: “Piştî serbestberdana hejmarek ji çalakvanên sendîkayî û medenî, ji wan mamostayên li girtîgehên rejîmê, dujminên azadiyê dîsan mamostayên navçeyên cuda ên Îran û Kurdistanê binçav kirine da ku kes ji vê tariyê şiyar nebe.”

Roja Çarşemî 16ê Xakelêweyê, Ferîba Zendkerîmî mamostaya dibistanê, li gundê “Nenelle” yê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin û heta niha ji pêwendiya digel malbata xwe hatiye bêparkirin.

Encûmena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê li Sinê û Kelaterzanê ragihandine ku her ji destpêkê ve em ji girtina Ferîba Zenkeremî agehdar bûn, lê em li ser wê bawerê bûn ku navbirî ti karek neyasayî nekiriye û bi wan zûyane dê bê azadkirin, lewma me ji medyayîkirina wê mijarê xwe parast, lê bi derbasbûna heftiyekê ew mamostaye nehatiye berdan û herwisa di girtîgehê de ye.

Ew encûmene tevî piştevanîkirin ji Ferîba Zendkerîmî, daxwaza berdana navbirî û dawîpêanîn bi reftarên neyasayî kiriye û li ser wê bawerê ye ku reftarên polîs û ewlehî digel çalakvanên sendîkayî û medenî rêyeke gelek şaş û metirsîdar e.