Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê “Tikab”ê bi armanca derkevtin li hember pîlanên rejîma Îranê li êrîşkirinên kîmyayî bo ser dibistanan, çalakiyek banghêjiyê lidar xistin.
Pêka çendîn girte vîdyoyên ku bo Odeya Nûçeyan ya Navenda Ragihandina Hizba Demokrat hatine şandin, endam û alîgirên dilsoz ên Hizba Demokrat roja Sêşemî 22ê Xakelêweya 1402an a Rojî, li bajarê Tikabê bi nivîsandina dirûşman li ser dîwarên cihên giştî, çalakiyek banghêjî lidar xistin.
Piştî êrîşa kîmyayî bo ser xwendingehan li Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, endam û alîgirên Hizba Demokrat bi nivîsandina dirûşên wek “merg û neman bo Xamineyî” û herwisa “Jin Jiyan Azadî”, daxwaz ji xelkê kirine ku li hember wan cinayetên rejîma Îranê bêdeng nemînin.