Girtiyê tohmetbarkirî bi “Muharibe” yê bi navê “Pûriya Cewahirî, ku heyama 5 mehan e hatiye binçavkirin û di vê heyamê de zêdetir di girtîgeha Îtilaat a Spaha Pasdaran a terorîst de bûye, bi awayekî hovane hatiye îşkencekirin û îtirafên bi zorê ji navbirî hatine wergirtin.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, “Pûriya Cewahirî” yê temen 30 salî û xelkê bajarê “Kamêran”ê, zêdetir ji 4 meh e ku bi tohmeta “Muharibe” wate şer digel Xwedê hatiye binçavkirin û hê jî qedera wî nerohn e.
Navbirî di naverasta meha Rêbendana 1401an a Rojî, ji girtîgeha “Şehramfer” a Spaha Pasdaran li bajarê Sinê bo girtîgeha rejîmê ya li bajarê Kamêranê hatibû veguhastin.
Ew welatiyê Kurd li meha Reşemeya sala derbasbûyî de hatibû neçarkirin ku li senariyoyeke ewlehî ya navenda Îtilaat a Spaha Pasdaran li bajarê Kamêranê de beşdariyê bike û di vê senariyoyê de rola kuştina kesekê bilîze, ew kare jî bi armanca çêkirina dosye li dijî navbirî bûye ku tohmeta kuştina kesekî ser bi rejîmê bi ser de hatiye sepandin.
Berê jî li 24ê Xezelwera 1401an a Rojî, nûçeya xwekujiya besîcekî rejîmê yê bi navê “Riza Azerbar” li bajarê Kamêranê ji aliyê ragihandinên rejîmê ve hatibû belavkirin û piştre bi çewtekarî ragihandin ku “Pûriya Cewahirî” ew besîce kuştiye.
Ew welatiye roja 8ê Sermaweza 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên navenda Îtilaat a Spaha Pasdaran ve bê hebûne ti belgeyeke yasayî hatibû binçavkirin.