Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îran û Kurdistanê goştê mirîşkan girina bûye û dest nakeve

16:28 - 13 Nîsan 2023

Bi sedema bilindbûna nirx û henardekirina goştê mirîşkan ji bo derveyê welat ji aliyê rejîmê ve, goştê mirîşkan dest nakeve û li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê ên wek Urmiye û Merîwanê û hin bajarên din ên Îranê, welatî rastî pirsgirêkan hatine û herwisa firoşyarên goştê mirîşkan jî, ji nirxa rejîmê ya hatî diayrîkirin, gazinde hene.

Di meha Remezanê de welatiyên bajarên “Urmiye û Merîwan”ê rastî pirsgirgirêkên micid ên destnekevtina goştê mirîşkan hatine û neçar in ji bo kirîna goştê mirîşkan çendîn demjimêran di dorên kirînê de bisekinin.

Dîmenek ji firotingeheke “Îslabad”a Urmiyê di nav torên civakî de hatiye belavkirin, ku nîşan dide welatî bi demjimêran di dora kirîna mirîşkan de disekînin.

Herwisa li bajarê Merîwanê welatiyan behsa vê yekê kirine ku sedema bilindbûn û destnekevtina goştê mirîşkan li vî bajarî vedigere li ser vê ku rejîm bi awayekî berçav mirîşkan ji bo Îraqê hinarde dike.

Malpera “I`itimad” a ser bi rejîmê nivîsiye: “Di navçeyên yek û du yên Tehranê de, ger mirîşkek bê firotin, nirxa yek kîloya wê 90 heta 95 hezar Tumenî ye. Wê rojnameyê li gor foroşyarekê li Tehranê nivîsiye: “Em mirîşkên tevaw nahênin, ji ber ku îdareya dityarîkirina niraxan dixwaze bi nirxa pesendkirî mirîşakan bififoşin ku em jî nikarin, em mirîşkan li meydana Behmen bi şêweyê nirxa bikom her kîloyekê bi 75 hezar Tumenan dikirin, emê çawa bi nirxa hikûmetî ku 63 hezar Tumen diyarî kiriye bifiroşin?

Eva jî di halekê de ye ku rejîmê kontirola bazaran ji dest daye û nirxa kelûpelên xwarinê li nav bazaran her roj bi awayekî têne diyarîkirin û ev yeka qata hejar û nivincî ya welat rastî pirsgirêkan aniye.